Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê wê pêswaziya penaberên Sûriyeyî yên li Lubnanê bike

24 September 2024 16:32 0 dîtin
Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê wê pêswaziya penaberên Sûriyeyî yên li Lubnanê bike

PeyamaKurd - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê) ragihand ku ew amade ne pêşwaziya penaberên Sûriyeyê yên li Lubnanê bikin.

Rêveberiya Xweser li ser belavbûna şerê Xezeyê li Lubnanê û êrîşên Îsraîlê bi ser Hizbullaha Lubnanê de ku bûne sedema koçberiyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û diyar kir, ji bo hêsankirina vegera penaberên sûriyeyî ji Lubnanê ew amade ne piştevaniyê pêşkêş bikin

Li rewşa aloz a li Lubnanê û penaberên ji ber aloziyê ji Sûriyeyê reviyane wê derê Rêveberiya Xweser ragihand, vegera li welat mafekî bingehîn e ku divê tevahî alî ji bo hêsankirina wê bixebitin û bang li hikumeta Şamê kir, bi cidî li êşa penaberan binêre û ji bo hêsankirina vegera wan bibe alîkar.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Lubnanê jî ji bo alîkariya  penaberên ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku dixwazin vegerin komîteyên hemahengiyê ava kirine ku hejmara penaberên sûriyeyî yên li Lubnanê 2 milyon derbas kiriye.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihandiye, di encama êrîşên vê dawiyê yên Îsrîalê yên li ser başûrê Lubnanê de 558 kes hatin kuştin û hezar û 835 kes jî birîndar bûne.

Herwiha Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî ragihandibû di êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 16 welatiyên sûriyeyî hatine kuştin.