Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Rojava li ser Laziqiyê
PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser a Rojava bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên li dijî Elewiyan şermezar kir.
Rêveberiya Xweser amaje bi wê yekê jî kir ku xelkê hêvî dikin ku komkujî û tundûtûjî bi dawî bibin piştî bidawîbûna desthilata serokê hilweşiyayî Esed.
Rêveberiya Xweser ev daxuyanî da:
"Piştî rûxandina rêjîma Baas, gelê Sûriyê hêvî dikir ku ji her cure tundî, kuştin û komkujiyên li ser pêkhateyên xwe, mezhebperestî û nijadperestî rizgar bibe. Lê bûyerên ku di van rojên dawî de li herêmên li ser peravên Sûriyê diqewimin, bi taybetî kuştin û komkujî bi awayekî eşkere nîşan didin ku me nekariye derûniya xwe ji holê rakin."
Em weke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên ku li herêmên peravê li dijî gelên tên kirin bi tundî şermezar dikin. Em tekez dikin ku ev kiryar gelê Sûriyê vedigerîne serdemeke tarî ku naxwaze dubare bibe.
Berdewamiya van tawanan rê li ber Sûriyeke bê mezhebperestî û şovenîzmê vedike. Herwiha em banga cezakirina sûcdaran dikin û bang li komîteyên lêkolînê dikin ku bi awayekî adilane û zelal tevbigerin da ku rastiyê derxin holê û berpirsyaran bipirsin.
Careke din em bang li hemû hêzên niştimanî yên Sûriyê û gelê Sûriyê dikin ku bi hev re diyalogeke niştimanî pêk bînin ku piştgiriya avakirina Sûriyeya pêşerojê ji bo hemû gelê Sûriyê bike. Ji ber ku tenê bi vî awayî em dikarin wan kesên ku dixwazin gelê Sûriyê bikujin û wêran bikin rawestînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin