Rojava | Ji Rêveberiya Xweser daxuyaniya êrîsa milîsên Îranê: Encama lihevkirina Astanayê ye!
PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, êrîşa Dêrazorê ya li ser Akademiya Perwerdeya Hêzên Komandos a girêdayî HSDê ku ji aliyê milîsên Îranê yên ji herêmên rejîma Sûriyê ve pêk hatibû û 6 şervanan can dabû, daxûyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de êrîş hate şermezar kirin û heta gotin: “Ev êrîş di çarçoveya lihevkirina Astanayê de pêk hat. Hêzên ev êrîş pêk anîne dixwazin aramî û yekîtiya herêmê têk bibin.”
Rêveberiya Xweser diyar kir, “Hedefgirtina Akademiya Perwerdê ya Hêzên Komandos ên girêdayî HSDê plana pêkanîna alozî û astengiya hewldanên hêzan ên pêkanîna îstîqrar û têkoşîna li dijî terorê ye. Armanca wan aliyan krîzkirina rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wê krîzê bixin xizmetî berjewendiyên xwe ye. Ji wan aliyan komên bi ser Îranê, rejîma Sûriyeyê ne. Ev alî beriya çend mehan di armancên xwe yên derxistina alozî û fitneyê navbera pêkhateyên herêmê de li Dêrazorê bi bin ketin.”
Di daxuyaniyê de herwiha hate bibîrxistin, “Divê gelê herêmê bi taybet yên Dêrazorê xeteriya van êrîşan nas bikin, pêşî li aloziyê bigirin û helwestekê nîşan bidin.”
Hêjayî gotinê ye, doh 5ê Sibatê danê sibehê, milîsên Îranê li Dêrazorê êrîşek dronî li ser Akademiya Perwerdeya Hêzên Komandos ên girêdayî HSDê pêk anîbûn û di encamê de 6 şervanên HSDê can dabûn û gelek jî birîndar bûbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin