Fermandarê HSDê: 223 girtîyên DAISê yên girtîgeha Hesekê kêm in
PeyamaKurd - Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mehmûd Berxwedan ji medya Rojavayê Kurdistanê re ragihandiye ku piştî kontrolkirina bi temamî ya girtîgeha Sinaa ya Hesekê derketiye holê ku 223 çekdarên DAIŞê yên di girtîgehê de bûn kêm in.
Endamê fermandariya Giştî ya HSDê Mehmûd Berxwedan eşkere kir, ji çekdarên girtî yên DAIŞê 223 kes kêm in û da zanîn, dibe hejmara kuştiyên DAIŞê ji amara hatiye ragihandin ango ji 374 kesan zêdetir bin.
Fermandarê HSDê diyar kiriye ku çekdarên girtî li ser plana êrîşê li xwe mikur hatine û got, “Dewleta Tirk hem plana êrîşê amade kir û hem jî alîkariya çekdaran kir.”
Herwiha fermandarê HSDê bibîr xist ku civaka navdewletî hemû barê DAIŞê li ser pişta wan hiştiye û da xuyakirin ku xeteriya DAIŞê hê jî didome û wê operasyonên wan ên dijî DAIŞê berdewam bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin