HSD: Girtîgeha Sinaa ya Hesekê bi temamî hat kontrolkirin û hemû girtîyên DAISê teslîm bûn

26 January 2022 18:29 0 dîtin
HSD: Girtîgeha Sinaa ya Hesekê bi temamî hat kontrolkirin û hemû girtîyên DAISê teslîm bûn

PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) îro Çarşemê 26ê Çileyê 2022yan ragihand ku hêzen wan girtîgeha Sinaa ya Hesekê ku terorîstên DAIŞê serî hildabûn bi temamî kontrol kir.

HSDê diyar kir, “Pêngava Gurzên Gelan bi encam bû û zindana Sinaa ya bajarê Hesekê bi temamî ket bin kontrola hêzên me.”

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku hêzên wan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di bin navê operasyona "Gurzên Gelan" de girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran bi tevahî xistin bin kontrola xwe û hemû çekdarên DAIŞê ku di hundirê wê de bûn, radest girtin.