'Ava ku diçe Hesekê ligel hewldanên Rûsyayê jî bi temamî hatiye qut kirin'
PeyamaKurd - Rêveberiya Avê ya bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê daye xuyakirin ku Tirkiyê û komên çekdarên girêdayî wê ji meha Tebaxa borî ve ava ji stasyona Elokê tê, bi temamî li ser herêmê qut kiriye.
Li gorî daxuyaniya Hevserokê Ava Hesekê Îsa Yûnis, Rûsyayê hewl daye di 19ê meha borî de stasyona Elok bi rêkeftinekê ligel Rêveberiya Xweser ji nûve bide xebitandin û da zanîn: “Ji 4 mehan ve anku ji 22yê Tebaxa 2022yan ve av qut kiriye. Piştî zextên navneteweyî Rûsyayê hewl da wêstgeha Elokê careke din bixebitîne û di 19ê Cotmeha 2022yan de xwe gihand dewleta Tirkiyê da ku bi lihevkirina bi Rêveberiya Xweser re li beramberî dayîna elektirîkê avê bighîne bajarê Hesekê ku mîlyonek û 2 hezar kes lê dijîn.”
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê pabendî lihevkirinên bi Rûsyayê re bû û hat diyarkirin: "Rêveberiya Xweser bi kapasîteya 3 megawatt di satekê de elektirîk da wêstgeha Elok û bajarê Serê Kaniyê. Tirkiyê hewcedariya Hesekê ya bi avê bi kar tîne, elektirîk zêde xerc dike, giheşt asta ku di navbera 6 heta 8 megawatt di saetekê de bi kar bîne. Lê tevî vê yekê av li gorî tê xwestin nedan.”
Herwiha bang li aliyên peywendîdar hat kirin ku zextê li Tirkiyê bikin ji bo ku weke tê xwestin wêstgeha Elokê bide xebitandin û weke çek neyê bikaranîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin