Sabrina Singh: Bi tundî Koreya Bakur han didin ku peymana çekan ligel Rûsyayê encam nede
PeyamaKurd – Cîgira Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê Sabrina Singh diyar kir, her aliyek çek bifiroşe Rûsyayê, wê ev bibe sedema dirêjkirina şerê bêhicet ê Rûsyayê yê li Ukraynayê û bêhtir kuştina xelkê sivîl. Herwiha da zanîn, bi tundî Koreya Bakur han didin ku peymana çekan ligel Rûsyayê encam nede.
Sabrina Singh eşkere kir: “Tiştekî veşartî nîne ku Rûsya pir dixwaze çekên zêdetir bi dest bixe, bi taybetî fîşek û topavêj, her çiqas ji Koreya Bakur û Rûsyayê ti daxuyaniyeke fermî li ser peymana çekdan nehatiye belavkirin, lê belê em bi hûrgilî çavdêriya rewşê dikin, em bawer im her welatek piştvaniya şerê bêhincet ê Rûsyayê bike, tenê şer dirêj dike û dibe sedema zêdetir kuştina xelkê sivîl.”
Herwiha da zanîn: “Em bi tundî Koreya Bakur han didin ku rêkeftina çekan ligel Rûsyayê encam nede.”
Serokê Koreya Bakur Kim Jong-Un ji bo civîna ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi trênê çûye Rûsyayê û li wê derê serdana beşek ji kargehên berhemanîna çekan kiriye ku ser bi Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin