Guterres avêtina mosekên balîstîk ên Koreya Bakur bi tundî sermezar kir!

01 November 2024 10:14 0 dîtin
Guterres avêtina mosekên balîstîk ên Koreya Bakur bi tundî sermezar kir!

PeyamaKurd – Hat destnîşankirin ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres xistina moşeka balîstîk a navparzemînê ya Koreya Bakur bi tundî şermezar kir.

Derbarê bertekên Guterres de ji aliyê Berdevkiya Neteweyên Yekbûyî ve daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin ku firandinên Koreya Bakur biryarên eleqedar ên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) binpê dike û wiha hat gotin: "Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji rewşa li Nîvgirava Koreyê bi fikar e."

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bi tundî avêtina moşekeke balîstîk a navparzemînî (ICBM) ji aliyê Koreya Bakur ve şermezar dike."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Guterres daxwaza kêmkirina rageşiyê û cîbicîkirina biryarên pêwendîdar ên KENYê kiriye û hat destnîşankirin ku tekane vebijêrk tevlêbûna dîplomatîk e.