Koreya Bakur, tevî hisyariyan 2 mosekên balîstîk firandin
PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê rayedarên Serokatiya Sererkaniya Koreya Başûr û hikûmeta Japonyayê ve hat ragihandin, Koreya Bakur ber bi Deryaya Japonê ve 2 moşekên balîstîk firandine .
Li gorî ragihandina Sererkaniya Koreya Başûr, 2 moşekên menzîlkurt ên balîstîk, ji herêma Kangwonê ya li başûr-rojavayê Koreya Bakur dikeve, di ser Deryaya Japonê (Deryaya Rojava) ve hatine firandin.
Hikûmeta Japonyayê jî ragihand ku moşek ketine qada munhasir a aboriyê ya Japonan û xisar li ser keştî û balafirên li herêmê bûne, çênekirine.
Her wiha ji ber ku ev cerebeyên moşekên balîstîk beriya tetbîqata hevpar a asîmanî ya Amerîka û Koreya Başûr hatin kirin, bal kişandin û hat ragihandin ku van ceribandinên dawî yên Koreya Bakur, provayên dagirkirin û sorkirinê ne û bi armanca protestokirina tetbîqatên hevpar hatine kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin