"Ukrayna mosekên Koreya Bakur li dijî hêzên Rûsyayê bi kar tîne"
PeyamaKurd – Rojnameya Financial Times a Brîtanyayê (FT) diyar kir, leşkerên Ukraynayê roketên Koreya Bakur ên çêkirî li dijî Rûsyayê bi kar anîne.
Li gorî nûçeya Reutersê, FT nivîsandiye ku Wezareta Parastinê ya Ukraynayê îhtîmala, roketên Koreya Bakur ji destê hêzên Rûsyayê hatine girtin, dinirxîne.
Di dema şerê Rûsya û Ûkraynayê ji 24ê Sibata 2022an vir ve didome, Amerîka îdia dike, Koreya Bakur çekan dide Rûsyayê. Di nav îdiayên Amerîkayê de ev e ku Koreya Bakur bi rêya behrê çek şandine Rûsyayê.
Digel ku Washington derbarê îdiayan de tu delîlan nade, tê gotin çekên Koreya Bakur çêkirî bi berfirehî di dîmenên şerê li Ukraynayê berdewam dike de nayê dîtin.
Koreya Bakur û Rûsya jî îdiayên şandina çekan li dijî wan red dikin.
Li gorî rojnameya Financial Times, çekên ku Koreya Bakur çêkirî ji aliyê leşkerên Ukraynayê ve bi bikaranîna sîstemên roketavêja Grad a Sovyetê li bajarê Bahmutê ku bi mehan bû qada şer û pevçûnan li rojhilatê welêt, nîşan dan.
Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu jî 26ê Tîrmehê serdana Pyongyangê ya paytexta Koreya Bakur kiribû. Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Şoygu yê ku cara ewil serdana Koreya Bakur kir, bi hempîşeyê xwe Kang Soon Nam ra hat bal hev û piştî hevdîtinê got, "Ez bawer dikim ku hevdîtin wê bibe sedema xurtkirina hevkariyê."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin