"Eger leskerên Koreya Bakur êrîsî Ukraynayê bikin divê Amerîka rasterast tevdîrên leskerî bike"
PeyamaKurd – Serokê Komîteya Îstixbaratî ya Meclisa Amerîkayê Mike Turner diyar kir ku "Eger leşkerên Koreya Bakur êrîşî Ukraynayê bikin divê Amerîka rasterast tevdîrên leşkerî bike."
Turner di nivîsa xwe ya li ser hesabê Xê de derbarê "Koreya Bakur ji bo piştgiriyê bide Rûsyayê esker dişîne Ûkraynayê" de nirxandin kirin.
Turner got, "Eger leşkerên Koreya Bakur êrîşî xaka serweriya Ukraynayê bikin, divê Dewletên Yekbûyî bi ciddî bifikire ku çalakiyek leşkerî rasterast li dijî leşkerên Koreya Bakur bike."
Turner bi bîr xist ku Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd James Austin îdiayên ku dibêjin Koreya Bakur ji bo piştgiriyê bide Rûsyayê ku bi Ukraynayê re di nava şer de ye, leşker şandine piştrast kir. Wî diyar kir ku "rêveberiya Serokê Amerîkayê Joe Biden divê bi awayekî eşkere diyar bike ku ketina leşkerên Koreya Bakur ji bo vê pevçûnê ji bo Amerîkayê xeta sor e."
Turner got, "Eger leşkerên Koreya Bakur ji axa Rûsyayê êrîşî Ukraynayê bikin, divê destûr bê dayîn ku Ukrayna ji bo bersivdayînê çekên Amerîkî bi kar bîne."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin