Amerîka: “Li Kurskê 8 hezar leskerên Koreya Bakur hene”

01 November 2024 14:30 0 dîtin
Amerîka: “Li Kurskê 8 hezar leskerên Koreya Bakur hene”

PeyamaKurd – Amerîkayê ragihand ku wê agahî girtiye ku li herêma Kurskê ya Rûsyayê nêzî 8 hezar leşkerên Koreya Bakur hene. Nûnerê Amerîkayê Robert Wood ku li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî axivî, pirs kir ka gelo Rûsya wê vê rewşê red bike yan na. Lê nûnerê Rûsyayê bersiva pirsê neda.

Moskowê der barê hebûna leşkerên Koreya Bakur de daxuyanîyeke teqez neda. Berê, Koreya Bakur angaşt kiribû ku şandina leşkerên wê li gorî qanûnên navneteweyî ye. Ev rewş bû sedem ku Amerîka, Brîtanya, Koreya Başûr û welatên din şandina hêzên Koreya Bakur a berev Rûsyayê wek binpêkirina cezayên Neteweyên Yekbûyî binirxînin.

Ûkraynayê jî diyar kir ku sê generalên Koreya Bakur bi leşkerên Koreya Bakur re li Rûsyayê bûne. Ev geşedanan bandoreke girîng li dînamîkên ewlehiya navneteweyî dike.

Di civîna Konseya Ewlekariyê de jî di navbera Amerîka û Çînê de alozî derket. Wood amaje kir ku piştgiriya Çînê ji Rûsyayê re bûye sedema dirêjkirina şer. Nûnerê Çînê yê Neteweyên Yekbûyî Geng Shuang jî diyar kir ku welatê wî çek nedaye û sûcdariyên Amerîkayê bêbingeh in.

Herî dawî jî Amerîkayê cezayên nû li  zêdetirî 400 kes û rêxistinan birî ku bi êrişa Rûsyayê re têkildar in. Van geşedanan careke din tevlihevî di pêwendiyên navneteweyî de derxist holê.