Amerîka: Rûsya jimara leskerên li ser sînorê Ûkrayna-Belarûsê derdixe 30 hezarî

31 January 2022 23:11 0 dîtin
Amerîka: Rûsya jimara leskerên li ser sînorê Ûkrayna-Belarûsê derdixe 30 hezarî

PeyamaKurd – Nûnera daîmî ya Amerîkayê ya li Neteweyên Yekgirtî Linda Thomas-Greenfield ragihand ku jimara leşkerên Rûsyayê yên li ser sînorê Ûkrayna û Belarûsê heya serê meha sibatê, nîşan hene ku ji 30 hezarî derbas bike.

Nûnerê daîmî yê Rûsyayê yê li Neteweyên Yekgirtî Nebenzya jî ragihand ku ti nîşan tinene ku li hemberê Ûkraynayê palanekî leşkerî yê Rûsyayê hebe.

Greenfield got ku ew hêvî dikin di şûna ku Rûsya bi Ûkraynayê re şer bike, bi dîplomasiyê mijarên xwe çareser bikin. Linda Thomas-Greenfield ragihand ku rewşa li Awrûpayê pê re rû bi rûne, rewşekî lezgîn û talûkeye û weha dewam kir:

“Di rewşa ku Rûsya Ûkraynayê îşxal bike, em ê bilez û bi yekîtî tevbigerin. Bila endamên daîmî yên NY, ne li beyanên Rûsyayê lê li tevgerên Rûsyayê binêrin. Tevgerên Rûsyayê li dijî aştî û ewlehiya navdewletîne û peymana NY tehdîd dikin.”