Leskerên Rûsyayê yên li ser sînorê Ermenistan û Îranê vekisiyan
PeyamaKurd – Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ragihand ku hêzên parastina sînor ên Rûsyayê yên li ser sînorê Îranê wezîfedar in vekişiyane.
Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan doh ragihand ku leşkerên Rûs ji Noqteya Kontrola Sînor a Agarakê ya li ser sînorê Ermenistan-Îranê vekişiyane û leşkerên Ermenîstanê yên li ser sînorê Ermenîstanê peywir girtin.
Nîkol Paşînyan ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da, derbarê Noqteya Kontrola Sînor a Agarakê ya li ser sînorê Ermenistan-Îranê da agahî da.
Paşînyan spasiya efserên Hêzên Ewlekariya Sînor ê Rûsyayê kir ku heta niha wezîfe kirine û ji bo efserên Hêzên Parastina Sînor a Servîsa Ewlekariya Neteweyî ya Ermenistanê yên ku wezîfe girtine serkeftin xwest.
Paşînyan ev tişt anî ziman:
"Ji îro pê ve kontrola sînor li xala sînorî ya Agarakê ya li ser sînorê Ermenîstan-Îranê tenê ji aliyê efserên Hêzên Parastina Sînor a Komara Ermenîstanê ve tê kirin. Ji roja serxwebûna Ermenîstanê heta niha kontrola sînor li Xala derbasbûnê ya Agarakê ji aliyê efserên Hêzên Parastina Sînor a Federasyona Rûsyayê ve hatiye kirin û ji ber xizmeta wan em spasiya wan dikin."
Li gorî peymana ku di sala 1992an de di navbera Rûsya û Ermenîstanê de hatibû îmzekirin, Hêzên Sînor ên Rûsyayê erka parastina sînorên dewleta Ermenîstan-Tirkiye û Ermenîstan-Îranê pêk dianîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin