Ermenistan: 2 leskerên me li ser sînorê Azerbaycanê hatin kustin

17 August 2021 12:29 0 dîtin
Ermenistan: 2 leskerên me li ser sînorê Azerbaycanê hatin kustin

PeyamaKurd – Hikûmeta Ermenistanê diyar kir, 2 leşkerên wan di şerê bi Azerbaycanê re, li ser sînorê navbera her du welatan hatine kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanê bi daxuyaniyekê da zanîn, hêzên Azerbaycanê li Naxciwanê li başûr û rojavayê Ermenistanê teqe li hêzên Ermenistanê kirine.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanê, di encamê de 2 leşkerên wan hatine kuştin.

Herwiha Wezareta Berevaniyê ya Azerbaycanê, Ermenistan bi wê yekê tohmetbar kir ku hêzên wê dest bi teqekirinê kirine, lê derbarê zirar û ziyanan de ti agahî nedan.