Li sînorê Îran-Azerbaycanê 2 leskerên azerî hatin kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li ser sînorê Azerbaycan-Îranê du leşkerê azerî bi êrîşeke çekdarî hatin kuştin.
Li gorî ragihandina saziya xizmetên parastina sînoran a Azerbaycanê 3 kesên qaçaxçî dema xwestine ji gundê Gendere yên sînorê Îranê derbasî nav xaka Azerbaycanê bibin, hatine ferqkirin û li ser banga leşkerên Azerî ya rawestin nesekinîne û gule bi ser leşkeran de reşandine.
Di pevçûna derketiye de, du leşkerên azerî birîndar bûne û li nexweşxaneyê can dane.
Herwiha hatiye ragihandin ku yek ji qaçaxçîyan hatiye desteserkirin û yê din jî reviyaye û 10 kîlo eroîn jî hatiye desteserkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin