Amerîka leskerên ku ji Almanya vekisîne, li sînorê Rûsyayê bicîh dike

21 October 2020 01:06 0 dîtin
Amerîka leskerên ku ji Almanya vekisîne, li sînorê Rûsyayê bicîh dike

PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Mark Esper ragihand ku leşkerên ji Almanyayê vekişînin wê wan li ser sînorê Rûsyayê li dewletên weka Polonya û dewletên rojhilatê Awrûpayî daîmî bicîh bikin. Esper di Konseya Atlantîk de axifî û got Amerîka bi Rûsya û Çînê re ketine pêşbirka hêzê û bi hevkarên xwe re nûbûnê kirine.

Esper got ku li hemberê êrîşkariya Rûsyayê, bi hevkarên xwe yên Awrûpa re gelek peymanan îmze kirine û weha got:

“Ev îş ji NATO yê derbas dibe. Divê hevkarên me bêhtir li ser bergiriyê pere serf bikin û wexta arîşe ketin rojevê divê bo sewqiyatê amade bin, bi şiyan bin û bixwazin.”

Esper got ku bi Polonya, Romanya, Bûlgaristan, Estonya, Letonya û Lîtvanya re hevdîtin û peymanan çêkirine û got:

“Alaya duyem ya Siwarî ku niha li Almanyaye, me derfetê dît ku li hinek wan welatan bicîhbikin. Amerîka biryarê daye ku tenê ji hêzên xwe yên li Almanyayê %25 kêm bike ne ji yên li seranserê Awrûpayê.”

Esper got ku divê ew girîngiyê bidin hevkarên xwe, Rûsya û çîn hêzên xwe yên leşkerî nûh dikin û mafên dewletên biçûk nasnakin, dixwazin wan dewletan bikşînin ber bi xwe ve û mêzêna hêzan biguhêrin. Esper got ku Pentagon rêberekî amade kiriye û hevkariya bi hevkarên xwe re bipêş xistiye û weha dewam kir:

“Ev rehber bo wan welatên ku weka me difikirin, avakirina şiyanên wan û kapasîteyên wan û di mijara pêşdebirina xebatên me bi wan re, wê ev rêber alîkariya me bike.”

Esper ragihand ku Amerîka hêza xwe daye ser herêma Pasîfîkê û li wê derê welatekî herî biçûk be jî dane ber çavê xwe û dixwazin ber li Çînê bigrin. Bi Hindistan, Awûstralya û Endonezya re peymanên hevkariyê çêkirine û sala bê, wê Brîtanya keştiya balafiran ya bi navê Queen Elizabeth bişîne Pasîfîkê.

Li Herêma Pasîfîkê 90 hezar leşkerên Amerîkayê hene. Bi wan re 3 keştiyên balafiran, bi dehan muhrîb, keştiyên dertên peravan û keştiyên noqavê hene.