Serokwezîrê Almanyayê bang li Putin kir: Leskerên Rûs ji Ukrayna vekisîne

10 March 2022 14:28 0 dîtin
Serokwezîrê Almanyayê bang li Putin kir: Leskerên Rûs ji Ukrayna vekisîne

PeyamaKurd Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz di derbarê alîkariya serbazî ji bo Ukraynayê diyar kir, ew ê balafirên şer nedin Ukraynayê û bang li Serokê Rûsyayê Vladimir Putin kir û got, leşkerên Rûs ji Ukrayna vekişîne.

Olaf Scholz eşkere kir, wan ji bilî alîkariya mirovî, çek jî dane Ukrayna, lê got, ew ê balafirên şer nedin.

Scholz da zanîn: “Divê em rind bifikirin ka em dikarin bi awayekî berçav wekî din çi bikin. Balafirên şer bi tu awayî ne di nav de ye.”

Herwiha bang li Serokê Rûsyayê Vladimir Putin kir û got, leşkerên Rûs ji Ukrayna vekişîne û herikîna xwînê rawestîne.

Herî dawî Scholz diyar kir, ji ber êrîşan rewş ji bo Ukrayniyan xerab bûye û diyar kir, gelê Rûs jî ji ber cengê êşê dikişîne.