Serokwezîrê Almanyayê dixwaze peywira leskerên wan ên li Iraq û Herêma Kurdistanê saleke din were dirêjkirin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, daxwaz ji parlamentoya Almanyayê xwest, da ku peywira leşkerên wan ên li Iraq û Herêma Kurdistanê saleke din were dirêjkirin.
Li gor zanyariyan, Olaf Scholz bi rêya nivîsekê xwesteka xwe li Parlamentoya Almanyayê kir û nivîs ji 8 rûpel û 9 xalan pêk tê.
Olaf Scholz, di xala duyem a nivîsa xwe de gotiye:
“Dema ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hatibû Berlînê ji Olaf Scholz xwestiye ku leşkerên wan saleke din peywira xwe bidomînin û di şerê bi DAIŞê re piştgiriya Almanyayê pêwîst e.”
Olaf Scholz diyar dike ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî jî xwestiye leşkerên Almanyayê li Iraqê bimînin.
Herwiha Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius jî, bangî fraksiyonên cuda kir ku piştigiriyê bidin pêşniyara Olaf Scholz.
Boris Pistorius da zanîn:
“Şaneyên nepenî yên DAIŞê çalak in. Dixwazin li Iraq, Sûriye û cihên din êrişên teroristî bikin. Ji ber vê em dixwazin hêzên me peywira xwe bidomînî.”
Boris Pistorius got, wê peywira wan wekî berê bidome, hejmara leşkerên wan bi ser 500î nakeve û dê li cihê xwe bimînin.
Li Iraq û Herêma Kurdistanê 274 leşkerên Almanyayê hene
Parlamentera Fraksiyona Xiristiyanên Demokrat Annette Widmann Mauzê eşkere kir, niha li Iraq û Herêma Kurdistanê 274 leşkerên Almanyayê hene.
Annette Widmann Mauzê got, ji bo li ser DAIŞê guvaşek hebe divê leşkerên wan bimînin û spasiya leşkerên Almanyayê kir ku li Îraq û Herêma Kurdistanê peywira xwe didomînin.
Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Derve yê Almanyayê Tobias Lindner, di axaftina xwe ya li parlamentoyê de da zanîn, îsal çûye Iraqê û got:
“Min welatek dît ku rewşa wî gav bi gav normal dibe. Li wê derê min fêhm kir ku rewşa ewlehiyê ya wî welatî hîn jî normal nebûye. Ew welat ji bo ewlehî û aramiya xwe şer dike.
Wekî encamên êrîşa DAIŞê li wî welatî destdirêjî, kolekirin û kuştina xelkê hene. Êrişên DAIŞê birînên kûr vedane, bi taybetî jî di nav Êzidiyan de.”
Partiya Alternatîv ji bo Almanyayê û Partiya Çep li dijî vê daxwaza Olaf Scholz derdikevin.
Joachim Vundrakê ji Partiya Alternatîv ji bo Almanyayê, Partiya Kesk rexne kir û got:
“Siyaseteke nezelal dimeşîne. Dema ku li derveyî hikûmetê bûn li dijî van karên artêşê bûn lê niha wan wekî hêzên rikgarker û hêzên aştîparêz qebûl dikin.”
Parlamentera Partiya Çep Catherine Voglerê da zanîn ku li dijî vê daxwazê ne û got:
“Em tim li dijî vê yekê derketine ku artêş li derveyî Almanyayê were peywirdarkirin. Em vê carê jî li dijî derdikevin.”
Li gor tê zanîn, daxwaza ku Olaf Scholz li ser navê hikûmetê kiriye wê piştî guftûgoyên li parlamentoyê here ber destên Lijneya Karûbarên Derve ya Parlamentoyê.
Piştî danûstandin û nirxandinên pêwîst û dengdanê dê were qebûlkirin û wê hêzên Almanyayê heta 31ê Çiriya Pêşîn a 2024an li Iraq û Herêma Kurdistanê bimînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin