Serokwezîrê Almanyayê rexne li ser Elon Musk kir!

20 January 2025 11:34 0 dîtin
Serokwezîrê Almanyayê rexne li ser Elon Musk kir!

PeyamaKurd – Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz rexne li karsazê Amerîkî û xwediyê platforma medyaya civakî ya X Elon Musk kir ku piştgiriya siyasî ya partiyên rastgir ên tundrew dike.

Serokwezîr Olaf Scholz piştgiriya Elon Musk ji bo partiyên rastgir ên tund rexne kir.

Scholz di dema kampanya hilbijartinê ya Partiya Sosyal Demokrat (SPD) ya li Schwalbach am Taunus de axivî û got:

"Tiştê ku divê bi rastî me xemgîn bike ew e ku kesek di medyayê de bi qasî Elon Musk hêzdar e ku piştgirî dide partiyên rastgir ên tund li Ewropayê, mînak li Brîtanya, Almanya û gelek welatên din."