Serokwezîrê Almanyayê: Putin, welatê xwe kasî xetereyê kir

05 December 2022 16:00 0 dîtin
Serokwezîrê Almanyayê: Putin, welatê xwe kasî xetereyê kir

PeyamaKurd- Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, ji ber şerê ku li dijî Ukraynayê berdewam dike, rexne li Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin kir. Scholz da zanîn ku Putin bi vî awayî welatê xwe kaşî xetereyê dike.

Olaf Scholz,  di dema pêşkêşkirina xelata Marion Donhoff a ji bo Têgihîştinê û Lihevhatina Navneteweyî ya ji bo Rêxistina Mafên Mirovan a Rusi Memorial de axivî û got ku 

"Putin, fermana tawanên herî xirab li dijî Ukraynayê dide û di heman demê de welatê xwe dixe rewşeke tijî karesat.”

Scholz diyar kir ku Vladimir Putin di şerê li dijî Ukraynayê de bi awayekî bêhêvî wenda bûye û got, 

"Bi êrîşên moşekan ên li ser sivîl, zarok, jin, kal û pîrên bêparastin, ev ne tenê bi awayekî cidî hiqûqa navneteweyî binpê dike, di heman demê de rê li ber bêhişiyeke exlaqî ya ku nayê xeyalkirin jî vedike.”

Serokwezîrê Almanyayê Scholz da diyarkirin ku divê Ukrayna di şer de bi bin nekeve û heta ku Rusya leşkerên xwe vekişîne, ew ê piştgiriya wan a ji bo Ukraynayê berdewam be.

Her wiha Scholz diyar kir ku ji bin ve qutkirina axaftina ligel Putin, dê bibe xeletiyeke mezin û axaftina pê re divê were dewamkirin.

Scholz got ku “Dan û stendin çiqas berdewam dikin bila bikin, ez ê axaftina bi Putin re berdewam bikim.”