Serokwezîrê berê yê Almanyayê bi Vladimir Putin re dicive
PeyamaKurd – Reutersê ji zarê malpera nûçeyên sîyasî Politico diyar kir, Serokwezîrê berê yê Almanya Gerhard Schroeder wê ji bo rawestandina şer, li Moskowê bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re bicive.
Politico eşkere kir, Schroeder piştî li Stenbolê bi dîplomatekî Ukraynî re civiya ye, serdana Moskowê kiriye.
Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz di derbarê vê serdanê de ji rojnamevanan re got, ew naxwaze ser wê mijarê tu şiroveyê bike.
Hêjayî gotinê ye, Schroder ku ji sala 1998an heta 2005an serokwezîrê Almanyayê bû, ji ber pêwendiyên wî yên bi kompaniyên Rûs re, di rojevê de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin