Vladimir Putin bi rêberên Azerbaycan û Ermenîstanê re civiya

12 January 2021 10:30 0 dîtin
Vladimir Putin bi rêberên Azerbaycan û Ermenîstanê re civiya

PeyamaKurd – Serokê Rûsya Vladimir Putin, bi rêberên Azerbaycan û Ermenîstanê re, bo bidawîkirina kêşeyên li ser lihevkirinê civiya û cara yekem nûnerên her du dewletan piştî şerê Nagorno – Qarabaxê, cara pêşî kom bûn.

Azerbaycan û Ermenistanê, bo herêma Nagorno – Qarabaxê şeş hefteyan şer kiribûn kiribûn û her du aliyan bi navbênkariya Rûsya, şer rawestandibûn.

Bi agirbestê re, axa di destê Azerbaycanê de zêdetir bûbû û hin nûnerên Ermenî ji ber bertekên gel, neçar mabûn ku karvekişînên xwe ragihînin.

Girjîya di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de, ji ber dîlgirtiyan û nezelalbûna korîdora çûyîn û hatinê didome.

Putin da zanîn, hevdîtinên her du aliyan erênî ne û diyar kir, Moskow dê herêmê wek hêza aştiyê kar bike.
Wî eşkere kir, bo pêşdeçûna herêmê wan peymaneke hevbeş îmza kiriye û bal kişand, ew ê her du alî pêwendiyên xwe yên aborî xurt bikin.

Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan destnîşan kir, wan ser guherîna dîlgirtiyan li hev nekiriye, lê wî û hevtayê wî yê Azerî Îlham Alîyev bal kişandin ser armancên aborî û binesazîyê.