Putin: Rêveberiya Ermenîstanê, serweriya Azerbaycanê qebûl kir

12 September 2023 13:30 0 dîtin
Putin: Rêveberiya Ermenîstanê, serweriya Azerbaycanê qebûl kir

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin diyar kir ku Rêveberiya Ermenîstanê serweriya Azerbeycanê ya li ser Qerebaxê qebûl kir û got ku ew nafikire ku Ermenîstan dest ji tifaqa xwe ya bi Rusyayê re berdabe.

Piştî tetbîqata leşkerî ya Ermenîstanê bi Amerîkayê re Vladimir Putin îdiayên ku dibêjin Ermenîstanê bi hevalbendê xwe yê demdirêj Rusya re qut kiriye red kir.

Putin di daxuyaniya xwe ya li ser vê mijarê got ku “Rêveberiya Ermenîstanê bi belgeya ku li Pragê destnîşan kir, serweriya Azerbeycanê ya li ser Qerebaxê nas kir.

Rêveberiya Ermenîstanê ragihand ku wan sînorên sala 1991ê nas kirine û destnîşan kirine ku Qerebax parçeyek ji Azerbeycanê ye.

Heger Ermenîstanê serweriya Azerbaycanê ya li ser Qerebaxê qebûl kiribe, nîqaşkirina statûya Qerebaxê namîne. Rewşa Qerebaxê ji aliyê Êrîvanê bi xwe ve hatibû diyarkirin.

Ti pirsgirêka me bi Ermenîstanê re û bi Paşînyan re tuneye. Em bi wî re her tim di nav têkiliyan de ne.”