Ermenîstanê, bi balafiran êrîsî çeperên Azerbaycanê kir!

18 May 2023 15:30 0 dîtin
Ermenîstanê, bi balafiran êrîsî çeperên Azerbaycanê kir!

PeyamaKurd- Wezareta Berevaniya Azerbaycanê ragihand ku hêzên Ermenîstanê bi balafirên bê mirov, êrîşî çeperên Azerbaycanê yên li ser sînorî kirin.

Di daxuyaniya wezaretê de hat ragihandin ku li gorî saeta herêmî saet di 07:15an de artêşa Ermenîstanê bi balafirên bêmirov êrîş birin li ser çeperên artêşa Azerbaycanê yên li qada Yellice ya parêzgeha Kelbacarê.

Hat destnîşankirin ku di lêkolînê de bermahiyên guleyên destçêkirî yên ji balafirên bêmirov ên ermeniyan hatine havêtin, hatin dîtin.

Hat ragihandin ku di leşkerên Azerbeycanê de tu wendahî çênebûne û artêşa Azerbeycanê bersiva êrîşan daye.

Wezaretê bi daxuyaniyê ragihand ku hemû berpirsyariya rageşiya li herêmê dikeve ser milê rêveberiya leşkerî û siyasî ya Ermenîstanê.