Balafirên ser ên Îsraîlê êrîsî çeperên Hizbullahê kirin

29 July 2024 10:32 0 dîtin
Balafirên ser ên Îsraîlê êrîsî çeperên Hizbullahê kirin

PeyamaKurd - Hat destnîşankirin ku balafirên şer ên hêzên hewayî yên Îsraîlê li başûrê Lubnanê êrîşî çeperên Hîzbullahê kirin.

Li gorî televîzyona fermî ya Îsraîlê KANê, balafirên şer ên Îsraîlê li başûrê Lubnanê li çeperên Hizbullahê dixin.

Di nûçeyê de derbarê êrîşa hewayî de agahiyên berfireh nehatin dayîn, ji artêşa Îsraîlê jî derbarê mijarê de ti daxuyanî nehat dayîn.

Ji aliyê Lubnanê ve jî derbarê êrîşan de ti daxuyanî nehat dayîn.

Li dijî êrîşeke muhtemel a Îsraîlê hemû seferên balafirgeha Beyrûtê hatin rawestandin

Li ser ekrana agahdariya çûn û hatinê ya balafirxaneya navdewletî ya Beyrûtê Rafik Herîrî, hat dîtin ku ji êvara 28ê Tîrmehê û vir ve hemû geştên asmanî hatin rawestandin.

Li gorî agahiyên seferên li ser malpera balafirgehê hatin dayîn, hemû seferên ji Beyrûtê ji bo û ji xalên curbecur ên cîhanê wekî "betalkirin" an jî "paşxistin" hatin nivîsandin.