Ermenîstanê 4 gund vegerandin Azerbaycanê
PeyamaKurd – Ermenîstanê gundên Baganis Ayrım, Eskipara Jêrîn, Heyrimli û Kızılhacılı yên li eyaleta Gazaxê yên dagirkirî ji Azerbaycanê re vegerandin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê ofîsa Hevserokê Komîsyona Tesbîtkirina Sînor a Azerbaycan-Ermenîstanê û Alîkarê Serokwezîrê Azerbeycanê Şahîn Mustafayev ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku di encama xebatên pisporên her du welatan de xeta sînor a 12,7 kîlometreyî hatiye diyarkirin.
Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi diyarkirina xetê gundên Baganis Ayrım, Eskipara Jêrîn, Heyrimli û Kızılhacılı yên parêzgeha Xezzeyê ji Azerbaycanê re hatin vegerandin û Hêzên Sînor ê Azerbaycanê gundên navborî xistin bin kontrola xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin