Termên 104 Kurdên Êzidî yên gundê Koço bo Singalê tên vegerandin
PeyamaKurd – Muxtarê gundê Koço yê Şingalê ragihand ku biryare destpêka meha bê ji 500 termên qurbanên gundê Koço yê sînorê Şingalê, yên 104 kesan ku li Bexdayê ne wegerînin cihên wan û bi merasîmekê bên veşartin.
Muxtarê gundê Koço Nayif Caso ji BasNewsê re daye xuyakirin ku proseya vegerandina termê qurbaniyên gundê Koço ji bo gundên xwe dest pê dike ku hikûmeta Iraqê bi hemahengiya hikûmeta herêma Kurdistanê wî karî dike û tîma vekirina gorên komî li Iraqê jî di vê proseyê de beşdar e.
Nayif Caso gotiye: “Biryare roja 01.02.2021ê termên qurbaniyan bi rêya balefirgeha leşkerî bo Şingalê bên vegerandin û ji wê wir jî dê wan bibin gundê Koço û li wê derê bi merasîmekê bêne veşartin.”
Muxtarê gundê Koço got: ‘’Yekem care termên 104 qurbaniyên gundê Koço bo Şingalê têne vegerandin û diyar kir, zêdetirî 500 termên qûrbaniyên terora DAIŞê hene ku bêne vegerandin.
Nayif Caso daye zanîn ku ji ber belavbûna vîrusa koronayê proseya vegerandina terman hatibû paşxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin