Hikûmeta Kurdistanê: Piraniya 4 hezar revandiyên Kurdên Êzidî li Kampa Holê ne

12 February 2025 18:08 0 dîtin
Hikûmeta Kurdistanê: Piraniya 4 hezar revandiyên Kurdên Êzidî li Kampa Holê ne

PeyamaKurd - Şêwirmendê Parlamentoya Kurdistanê Zêdo Ba'edrî ragihand ku 7 hezar jin, zarok ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin ku heta niha 3 hezarê wan hatine rizgarkirin.

Zêdo Ba'edrî got, piştî nemana rêxistina DAIŞê ya terorîst ji 7 hezar Kurdên Êzidî yên hatibûn revandin, heta niha 4 hezarê wan revandî ne û piraniya wan jî li kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê ne.

Şêwirmendê Parlemana Kurdistanê diyar kir, Herêma Kurdistanê tu carî xemsarî di vê mijarê de nekiriye û her dem hewl dide wan revandiyan rizgar bike.

Ba'edrî bang li hikûmeta nû ya Sûriyê û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jî kir ku çarenivîsa revandiyan diyar bike û hewlên cidî di vê doseyê de bikin.

Li aliyê din Seroka Fraksyona Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) li Iraqê, bi fermî bang li Hikûmeta Sûriyê ya nû kir ku kar li ser diyarkirina çarenivîsa revandiyên Êzidî bike ku heta niha hîn li ser xaka Sûriyê, hejmareke mezin ji keçên Êzidî ku rastî xerabtirîn tawanan tên hene.

Dexîl da zanîn ku ev dosye nabe were paşguhkirin û paşxistin û divê Hikûmeta Iraqê dest bi diyalog û hemahengiyê li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi aliyê Sûriyê re bike û bigihin encamên berçav.