Hikûmeta Kurdistanê 29 hezar û 400 xaniyan ji bo hejaran ava dike
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê Hikûmeta Herêma Kurdistanê 9 hezar û 400 xaniyên din li 20 hezar xaniyên ku biryar hatibû dayîn bo welatiyên hejar werin avakirin, zêde bike û hejmar bigihe 29 hezar û 400 xaniyan.
Wezîrê Avadankirin û Niştecihbûnê yê Herêma Kurdistanê Dana Ebdulkerîm ragihand, wê 29 hezar xaniyan ji bo hejaran bên avakirin û 9 hezar ji wan jî dê bi çavdêriya Wezareta Avadankirin û Niştecihbûnê bên çêkirin.
Dana Ebdulkerîm diyar kir, 20 hezar xanî ji aliyê Desteya Veberhênanê ve têne avakirin û 9 hezar û 400 xanî jî wê bi çavdêriya Wezareta Avadankirinê bêne avakirin ku hejmar digihîje 29 hezar û 400 xaniyan.
Ebdulkerîm da zanîn ku wê 20 hezar apartman li heşt cihên sereke, di nav de çar parêzgeh û çar îdareyên serbixwe, wekhev werin dabeşkirin.
Hêjayî gotinê ye, 31ê Gulanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civînek ji bo çavdêrîkirina bicihanîna avakirina 20 hezar xaniyên hejaran hatibû lidarxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin