Heta niha 577 hezar ton genimê Kurdistanê radestî hikûmeta Iraqê hate kirin
PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê eşkere kir ku heta niha 577 hezar û 74 ton genim radestî hikûmeta Iraqê hatiye kirin.
Berdevkê Wezîrareta Çandinî û Çavkaniyên Avê Kerîm Silêman ragihand, heta dh êvarê 577 hezar û 74 ton genim radestî hikûmeta Iraqê hatiye kirin. 132 hezar ton genimê mayî jî dê di demeke nêzîk de bê radestkirin.
Kerîm Silêman got: “Heta doh 70 milyar dînar ji pereyên genim hatibûn, lê yekser dest bi dabeşkirinê hat kirin, lê hîn jî beşek ji pereyan negihiştiye Kurdistanê û radestî cotyaran nehatiye kirin.”
Kerîm da zanîn: “Îsal rêjeya genim dê nêzîkî milyonek ton be. Li gor rêkeftinekê li gel Wezareta Çandiniyê ya Iraqê biryar hatiye dayîn ku îsal 700 hezar ton genim ji cotkarên Herêma Kurdistanê bê wertinin.”
Hêjayî gotinê ye, Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî roja 4ê Hezîranê di civîneke rojnamevaniyê de ragihandibû: “Hikûmeta Iraqê her tonek genim, bi 850 hezar dînar werdigire. Em pêşbînî dikin ku ji bo 2,955 milyon donim erd, 1.2 heta 1.5 milyon ton genim hebe. Lê belê ji ber barana dawîn û şewitîna zeviyên hin cotkaran, tê pêşbînîkirin ku ev rêje hinekî kêm bibe.”
Herwiha Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotibû, sayloyên Herêma Kurdistanê ji roja 5ê Hezîrana 2024an dest bi wergirtina genim ji cotkaran dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin