Berzincî: Heta niha 600 hezar derziya Koronayê gihistine Herêma Kurdistanê

11 August 2021 13:16 0 dîtin
Berzincî: Heta niha 600 hezar derziya Koronayê gihistine Herêma Kurdistanê

PeyamaKurd – Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî diyar kir, nêzîkî 600 hezar kesan xwe ji bo wergirtina derziya Koronayê tomar kirine, heta niha %9ê nişteciyên Herêma Kurdistanê derzî wergirtine.

Dr. Saman Berzincî daye zanîn: “Heta niha 600 hezar derziya Koronayê gihiştine Herêma Kurdistanê, di demeke nêz de 100 hezar dozên din ên derziya ji cûreya Sinopharm bigihîje, ewên li ber dest in, her du cûreyên Sinopharm û AstraZeneca ne, lê cûreya Pfizer heftane bo Herêma Kurdistanê tên.”

Berzincî destnîşan kir: “Nêzîkî 450 hezar dozên derziyê hatine bikaranîn, ku nêzîkî %9ê armanca Wezareta Tendirustiyê ya doza yekem a derziyê wergirtine, %5 jî her du dozên derziyê wergirtine.”

Wezîrê Tendirustiyê eşkere kir, projeya kovaks ji bo wergirtina derziya Koronayê standarda %20ê hemû nişteciyan diyar kiriye, ewên ku di ser 18 salî de ne divê derziyê werbigrin, hejmara nişteciyên Herêma Kurdistanê yên di ser 18 salî de ne, 3 milyon û 256 hezar kes in, 651 hezar û 196 kes, ku %20ê nişteciyên Herêma Kurdistanê ne, divê heta dawiya îsal her du dozên derziyê werbigrin, ji bo vê yekê jî zêdetirî milyonek û 300 hezar dozên derziyê pêwîst e, lê heta niha 600 hezar doz gihiştine destê me.”

Dr. Saman Berzincî diyar kir: “Di destpêka hatina derziya Koronayê ji bo Herêma Kurdistanê de, bi giştî baweriya welatiyan bi derziyê kêm bû, lê niha gelek kes baweriya wan bi derziyê heye û nêzîkî 600 hezar kesan navê xwe ji bo wergirtina derziyê tomar kirine.”

Berzincî diyar kiriye, li hinek welatan wergirtina derziya Koronayê, kirine neçarî, her çiqas li Herêma Kurdistanê niha neçarî nebe jî, di demeke nêz de dema hejmara pêwîst a dozên derziyê hebe, wergirtina derziyê dê bibe neçarî û divê her kes derziyê werbigre.