Dr. Berzincî: Kampanya didome, me heta niha 20 ton derman ji bo mexdûrên erdhejê sandiye

09 February 2023 18:45 0 dîtin
Dr. Berzincî: Kampanya didome, me heta niha 20 ton derman ji bo mexdûrên erdhejê sandiye

PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî ragihand ku ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve heta niha nêzîkî 20 ton derman û pêdiviyên bijîşkî ji bo mexdûrên erdheja Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyê hatine şandin.

Saman Berzincî di civîneke rojnamevanî de derbarê alîkariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo ziyandîtiyên erdheja li Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyê daxuyanî dan û eşkere kir ku bi serperiştiya parêzgar û serperiştyarên îdareyên serbixwe, kampanyaya komkirina alîkariyan ji bo ziyandîtiyên erdhejê li bajarên Herêma Kurdistanê dest pê kiriye.

Dr. Saman Berzincî got: “Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê bi rêya Konsulxaneya Tirkiyê ya li Herêma Kurdistanê bi fermî daxwaz kir ku derman û pêdiviyên tenduristiyê zêdetir pêşkêşî Tirkiyê bikin, ji ber ku hejmareke mezin a welatiyên Tirkiyê, pêwîstiya wan bi çareseriya tenduristiyê heye, li ser rizamendî û raspardeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ku hemû amadebûn ji bo alîkariyê nîşan daye, em wek Wezareta Tenduristiyê di komkirina alîkariyan de ji bo mexdûrên erdhejê, beşdar in.”

Wezîrê Tenduristiyê eşkere kir: “Heta niha nêzîkî 20 ton derman û pêdiviyên bijîşkî ji bo mexdûrên erdhejê hatin şandin, di heman demê de Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî gelek pêdiviyên bijîşkî şandin û beşeke din jî amade kirine.”