Heta niha hezar û 772 cenazeyên qurbaniyên erdhejê derbasî Sûriyê bûne
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji 6ê Sibatê ji dema erdheja Mereşê ve, heta niha termên 1772 penaberên Sûrî ji Tirkiyê derbasî nav axa Sûriyê, Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê hatine kirin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hejmara mirinên erdhejê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê gihîştiye 6396 kesan ku 2196 kes li deverên rêjîmê ne û 4200 kes jî li Efrînê û deverên din ên di bin kontrola opozîsyona Sûriyê de ne.
SOHRê diyar kir, hejmareke mezin ji Sûriyan jî di encama erdheja li bajarên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane û heta niha termên 1772 qurbaniyên Sûrî bi rêya deriyên sînor derbasî Sûriyê bûne.
Li gorî van amaran hejmara Sûriyên ku li Sûriye û Tirkiyê di erdhejê de can dane, gihîştiye 8168 kesan. Li 10 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî hejmara mirinan li gorî amarên fermî gihîştiye 40 hezar û 642 kesan ku bi giştî hejmara qurbaniyên erdhejê nêzî 50 hezar kesan bûye.
Li gorî xebatên rakirina enqezên erdhejê tê pêşbînîkirin ku hejmara mirinên erdhejê hîn zêdetir bibe ku heta niha hejmareke zêde miriyên felaketa erdhejê jî nehatine tomarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin