Ji destpêka serê navxweyî yê li Sûriyeyê heta niha nêzî 3 hezar Kurd wenda ne
PeyamaKurd – Hate diyarkirin ku ji destpêka şerê navxweyî yê li Sûriyeyê heta niha nêzî 150 hezar kes wenda bûne ku nêzî 3 hezar jê Kurd in.
Di 10ê Mijdara 2023an de li Zanîngeha Katolîk a Leuven a Belçîkayê konferansek derbarê kesên di encama şerê navxweyî yê Sûriyeyê de wenda bûne hate lidarxistin.
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) ji destpêka şerê navxweyî yê li Sûriyeyê heta niha nêzî 150 hezar kes ku nêzî 3 hezar jê Kurd in li Sûriye û Rojava wenda bûne.
Endamê malbata Faruk Davud ku yek ji Kurdên Rojava ye, piştî êrîşên çeteyên DAIŞê yên sala 20214an ên li ser Rojava wenda bû û heta niha li ser lêgerîna wî tê dîtin.
Farûk ku konferansên bi vî rengî ji bo dîtina qurbaniyên şerê navxweyî yê Sûriyê girîng dibîne diyar kir, pismamê wî di sala 2014an de di dema êrîşên çekdarên DAIŞê yên li ser Kobanî de wenda bû.
Faruk got, heta îro agahî ji pismamê wî negirtine, bang li rayedaran kir ku pismamê wî bibînin.
Profesor Jeremy Sarkin eşkere kir, konferansa mijara gotinê firsendeke ji bo lêgerîna windayan û nîqaşkirina zehmetiyên ku di vê pêvajoyê de derketine holê.
Sarkin da zanîn, "Ev pêvajoya mirovahî ew e ku kesên sax lê wenda ne bi malbatên xwe re bên cem hev û got, divê cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dane radestî malbatên wan bên kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin