Wezareta Navxweyî ya Iraqê li ser efserên Sûriyeyê daxuyanî da
PeyamaKurd – Wezareta Navxweyî ya Iraqê ew îdia red kir ku digotin efser û fermandarên artêşa Sûriyeyê yên rejîma Beşar Esed mafê penaberiyê wergirtine.
Berdevkê Wezareta Navxweyî ya Iraqê Miqdad Mîrî ji çapemeniyê re ragihand ku wezaretê mafê penaberiyê nedaye tu efserê berê yê artêşa Sûriyeyê û diyar kir ku bêbingeh in îdiayên ku di vê derbarê de tên kirin.
Daxuyaniya wezaretê weke bersivekê hat li ser wan îdiayên ku li ser torên civakî belav bûne ku digotin hikûmeta Iraqê mafê penaberiyê yê demkî daye 10 efserên artêşa Sûriyeyê.
Piştî têkçûna rejîma Esed, nêzîkî 2150 leşker û efserên sûriyî ji deriyê sînorî yê El-Qaim derbasî Iraqê bûbûn û li kampeke parêzgeha Enbarê hatibûn bicihkirin.
Kampa navborî, li nêzî balafirgeha leşkerî ya Morasanatê ye û li xaçerêya xalên derbasbûna Trebil û Tenefê ye.
Her wiha qaymeqamê Rutbayê Îmad Duleymî jî ragihand ku niha tu leşkerên Sûriyeyê li kampê nemane û hemû berev Sûriyeyê hatine şandin, lê ji wan 150 ji jî kes berev Bexdayê hatine şandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin