Hikûmeta Kurdistanê ji bo sala nû ya xwendinê 15 milyon û 700 hezar pirtûk çap kir
PeyamaKurd – Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo sala nû ya perwerdeyê ya 2022-20223yan 15 milyon û 700 hezar pirtûkên nû çap kir.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil, li ser medya civakî ragihand, “Ji bo sala nû ya xwendinê bi nirxê zêdetirî 17 milyar dînaran 15 milyon û 700 hezar pirtûkên nû hatin çapkirin.”
Herwiha hikûmeta Kurdistanê ji bo pêdawîstiyên dibistanan 20 milyar dînar û ji bo avakirina dibistanên nû û nûjenkirina dibistanan jî 46 milyar û 600 milyon dînar pere terxan kiriye.
Sala nû ya xwendinê li Herêma Kurdistanê 13ê îlona 2022yan dest pê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin