Pistî serdana Mesrûr Barzanî Hikûmeta Iraqê 50 milyon lître nefta spî ji bo Kurdistanê disîne

25 January 2023 14:01 0 dîtin
Pistî serdana Mesrûr Barzanî Hikûmeta Iraqê 50 milyon lître nefta spî ji bo Kurdistanê disîne

PeyamaKurd – Hikûmeta Iraqê piştî serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya Bexdayê, rizamendî li ser şandina 50 milyon lître nefta spî ji bo Herêma Kurdistanê da.

Cîgirê Serokê Lijneya Neft û Gazê li Parlamentoya Iraqê Sebah Subhî diyar kiriye: “Di encama serdana Mesrûr Barzanî ya ji bo Bexdayê de, îro biryara dawî ya derbarê şandina nefta spî ji bo Herêma Kurdistanê hate dayîn û niha tenê barkirina wê maye.”

Herwiha da zanîn: “Piştî serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo Bexdayê û hewldanên me û nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê, îro Wezareta Nefta Iraqê rizamendî da, ji bo şandina wê neftê ji Herêma Kurdistanê re.’’

Sebah Subhî eşkere kir: “Niha ew rizamendî gihîştiye kompanyayê, em bi xwe jî çavdêriya cihbicihkirina biryarê dikin û tenê maye ew nefte bê bar kirin.”