Mesrûr Barzanî pistî serdana Qeterê ji bo besdariya Konferansa Munîhê derbasî Almanyayê bû

17 February 2022 19:31 0 dîtin
Mesrûr Barzanî pistî serdana Qeterê ji bo besdariya Konferansa Munîhê derbasî Almanyayê bû

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Pêncşemê 17ê Sibatê piştî bidawîanîna serdana xwe ya Qeterê derbasî Almanyayê bû.

Hat ragihandin ku Serokwezîr Barzanî li Almanyayê beşdarî Konferansa Asayîşê ya Munîhê dibe.

Koferansa Asayîşê ya Munichê sibe Înê 18ê Sibata 2022yan dest pê dike û du rojan berdewam dike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî,  de serdana xwe ya Qeterê de ligel rayedarên payebilind ên Qeterê civiyabû û ji bo pêşxistina sektorên enerjî, aborî, veberhênan û çandiniyê ligel Qeterê danûstandinên berhemdar û girîng pêk anîbûn.