Serokwezîr Mesrûr Barzanî sibe serdana Qeterê dike
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser vexwendina fermî ya Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî, sibe Sêşemê 15ê Sibatê ligel şandekê serdana Qeterê dike.
Hat ragihandin ku wê Serokwezîr Mesrûr Barzanî di serdana xwe de ji bilî civîna ligel Mîrê Qeterê, bi rayedarên din ên payebilind ên Qeterê re jî hevdîtinan bike.
Hat diyarkirin ku armanca vê serdanê gotûbêjkirina pêşvebirina pêwendiyên dualî yên li ser danûstandinên bazirganî, veberhênan, enerjî û çandiniyê di navbera herdu aliyan de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin