Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Qeterê serdana 'Qatar Foundation' kir

15 February 2022 17:29 0 dîtin
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Qeterê serdana 'Qatar Foundation' kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku îro Sêşemê li ser vexwendina fermî ya Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî gihîşt Qeterê û li Balafirgeha Dohayê ji aliyê Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Derve yê Qeterê Sultan Bin Seid û hejmarek berpirsên Qeterê ve bi merasîmeke fermî hat pêşwazîkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û şanda pê re, piştî gihîşt Qeterê yekem serdana xwe bo Navenda Perwerde Zanist û Pêşxistina Civakî ya Qeterê li Dohayê “Qatar Foundation” pêk anî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî wê ji bilî civîna ligel Mîrê Qeterê, bi rayedarên din ên payebilind ên Qeterê re jî bicive ku armanca vê serdanê, gotûbêjkirina pêşvebirina pêwendiyên dualî yên li ser danûstandinên bazirganî, veberhênan, enerjî û çandiniyê ye.

Di şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê de; Wezîrê Plandananê Dara Reşîd, Wezîrê Şehîdan û Enfalkiriyan Ebdulla Hacî Mehmûd û Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî cî digirin.