Mesrûr Barzanî pistî serdana DYAyê vegeriya Kurdistan

07 March 2024 15:12 0 dîtin
Mesrûr Barzanî pistî serdana DYAyê vegeriya Kurdistan

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî temamkirina serdana xwe ya fermî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê îro vegeriya paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Washingtonê bi rayedarên payebilind ên Koşka Sipî, Kongre, Wezareta Derve, Wezareta Parastinê (Pentagon) û Wezareta Gencîneyê re hevdîtinên gring pêk anî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di vê serdana xwe de her wiha bi Serokê berê yê DYAyê George W. Bush re jî hevdîtinekê pêk anî.

Mesrûr Barzanî di vê serdana xwe de bi payebilindên DYAyê re li ser mijarên wek; geşedanên dawî yên li Herêma Kurdistan û Iraqê, gringiya rêzgirtina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê, dabînkirina mafên destûrî û darayî yên gelê Kurdistanê, parastina mafên pêkhateyan û pêvajoya dubare destpêkirina froştina nefta Kurdistanê gotûbêj kirin.