Bi serokatiya Mesrûr Barzanî sandeke Hikûmeta Herêmê serdana Bexdayê dike

16 July 2019 10:55 0 dîtin
Bi serokatiya Mesrûr Barzanî sandeke Hikûmeta Herêmê serdana Bexdayê dike

PeyamaKurd - Îro sêşemê (16.07.2019 şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Bexdayê bike û biryar e bi her sê serokatiyên Îraqê re bicive.

Li gor nûçeya K24ê şande bi serokatîya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dibe û her yek ji Cîgirê Serokê hikumetê Qubad Talebanî, Wezîrê Dadê Ferset Ehmed, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl, Wezîrê Darayî û Aboriyê Awat Şêx Cenab, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî endêmên şandê ne.

Derbarê karnema û civînên şandê, di destpêkê serdan Serokomarê Iraqê Berhem Salih dike, piştre bi Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî û paşê Serokê Parlemana Iraqê Mehemed Helbûsî re dicive.

Piştî yekemîn civîna fermî ya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku duhî 15ê Tîrmehê 2019an hat kirin, di daxuyaniyekê de amaje bi wê kir, şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mebesta nîşandan û derbirîna nîyazpakiya Herêma Kurdistanê, bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de di çarçova destûrê de serdan Bexdayê dike.