Mesrûr Barzanî li gel sandeke JICA civiya

23 February 2025 21:11 0 dîtin
Mesrûr Barzanî li gel sandeke JICA civiya

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şanda Hikûmeta Japonê û Ajansa Hevkariya Navdewletî ya Japonê (JICA) behsa pêşxistina hevkarî û hemahengiya di navbera wan de bi taybetî di warê perwerdeyê de kir.

Îro Yekşemê 23.02.2025 Serok Barzanî pêşwaziya şanda li gel Heroshi Suzuki Rêveberê Ofîsa JICA li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de ku behsa pêşxistina hevkarî û hemahengiya di navbera her du aliyan de bi taybetî di warê perwerdeyê de hate kirin, pêşniyara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya ji bo sûdwergirtina ji ezmûn û sîstema perwerdeyê ya Japonê bi mebesta bilindkirina nifşekî berpirs, disiplîn, berhemdar û nûjen ku rêzê li civak, dê û bav, mamoste û jîngeha Herêma Kurdistanê bigire, hate gotûbêjkirin.

Şanda JICA mînakek da sîstema perwerdeya Japonî ku niha li çend dibistanên komara Misrê tê cîbicîkirin.

Şanda JICAyê kêfxweşiya xwe ya li hember pêşniyara Serokwezîr diyar kir û diyar kir ku ew ji bo her cure hevkarî û piştevaniyê amade ne.