Mesrûr Barzanî bi sanda JICA re civiya: Kompaniyên Japon amade ne li Kurdistanê veberhênanê bikin

13 December 2022 19:21 0 dîtin
Mesrûr Barzanî bi sanda JICA re civiya: Kompaniyên Japon amade ne li Kurdistanê veberhênanê bikin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Sêşemê 13ê Kanûnê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, bi şanda Ajansa Hevkariya Navdewletî ya Japonê (JICA) re civiya.

Di hevdîtina ligel Cîgirê Serokê Ajansa Japonê Ando Naoki û şanda JICA de, kurteyek derbarê kar û çalakiyên JICAyê yên li Herêma Kurdistanê hat pêşkêş kirin ku bi hevahengîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê çend projeyên elektrîk, av û kanalîzasyon, çandinî û sererastkirina masterplana Hewlêrê têne bicihkirin.

Şanda mêvan di civînê de, amadebûna kompaniyên Japonî ji bo veberhênana li Herêma Kurdistanê nîşan da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Hikûmeta Japonê û ajansa JICA kir ku di bi riya encamdana proseyan bi awayekî baş û pîşeyane, alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di proseya avadankirin û danîna jêrxaneyeke bihêz a aboriyê li Herêmê kirine.