Mesrûr Barzanî bi sandeke bilind a Partiya El-Umme ya Iraqê re civiya
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro bi şandeke bilind a Partiya El-Umme ya Iraqê bi serokatiya Sekreterê Giştî Mehmûd Husên El-Igêlî re civiya.
Di civînê de pêşhatên dawî yên Iraqê û amadekariyên hilbijartinên Encûmena Nûneran hatin guftûgokirin û tekezî li pêwîstiya xweşkirina zemînê li ber hilbijartineke pak hate kirin ku maf û daxwaza tevahiya pêkhateyan misoger bike.
Şanda Partiya El-Umme, pesnê helwesta Herêma Kurdistanê di mêvandarî û hevkariya bi sedan hezar koçberên parêzgehên Iraqî da ku bi aştî û azadî li Herêma Kurdistanê dijîn.
Di mijareke din a hevdîtinê de, qala girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de li ser bingeha destûrê hate kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin