Mesrûr Barzanî bi sandeke bilind a Japonî re pêwendiyên dualî gotûbêj kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 6ê Hezîranê ligel şandeke welatê Japonyayê civiya û derfetên pêşvebirina pêwendiyên Kurdistanê û Japonyayê hatin gotûbêj kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, li paytext Hewlêrê pêşwazî li şanda Japonyayê ya ji Alîkarê Wezîrê Derve yê Japonyayê û Berpirsê Karûbarên Rojhilata Navîn û Afrîkayê, Balyozê Japonya yê li Iraqê û nûnerên hejmarek kompaniyên Japonî pêk hatibû, kir.
Mesrûr Barzanî kêfxweşiya xwe bi serdana şanda Japonî anî ziman û diyar kir, ezmûna nuwaze ya Japonyayê, hêjayî sûdjêwergirtinê ye, bi taybetî di warê veberhênana samanên mirovî û gihandina nifşê nû de li ser dahênan û afirandinê, ku di vê mijarê de ezmûna Japonyayê cihê pêzanîn û matmayînê ye û dibe ku gelek sûdê bide.
Şanda Japonî da zanîn ku derfeteke gelek mezin heye ji bo geşepêdana veberhênana Japonyayê li Herêma Kurdistanê ku di dema çend salên borî de, ji aliyê bînasazî û avakirinê ve gelek pêş ketiye.
Herwiha di civînê de li ser derfetên pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Japonyayê di warên veguhestin, gihandin, xwendin û pîşesaziyê de danûstandina fikr û ramanan hat kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin