Hikûmeta Kurdistanê di 2022yan de molet da 24 kargehên xwedî sermayeya 556 milyon dolaran
PeyamaKurd –Serokê Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî got, di heyama salekê de, moleta pîşesazî ji bo 24 kargehên ku sermayeya wan zêdetirî 556 milyon dolar e hatiye dayîn.
Serokê Desteya Veberhênanê Mihemed Şukrî ji K24ê re daye xuyakirin: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiyê dide sektora pîşesazîyê û hewl dide di paşerojê de bi avakirina herêma pîşesazî re, ev sektor zêdetir bê pêşxistin.”
Mihemed Şukrî diyar kiriye: “Ev sektor derfetên zêdetir ên karkirina rasterast û nerasterast ji bo xelkê peyda dike û bi rêya kargehan keresteyên pêwîst li Kurdistanê dabîn dike. Sermayeya ku berê diçû derveyî Herêma Kurdistanê, niha li nava Kurdistanê veberhênan pê tê kirin.”
Herwiha Şukrî derbarê berhemên navxwe de jî gotiye: “Yasaya parastina berhemên navxweyî li Kurdistanê tê bicihkirin. Em dixwazin berhemên kargehan bên parastin da ku li bazarên Kurdistanê bên firotin. Di vî warî de gavên baş hatine avêtin û biryarên pêwîst ji bo parastina hilberîna navxweyî ji aliyê Encûmena Wezîran ve derdikevin.”
Serokê Desteya veberhênanê destnîşan kiriye ku divê berhemên kargehên navxweyî bên parastin, heger na, ew ê nikaribin bi yên welatên cîran re hevrikiyê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin