Hikûmeta Herêma Kurdistanê 3 meh molet da kompaniyên deyndar

21 February 2020 12:23 0 dîtin
Hikûmeta Herêma Kurdistanê 3 meh molet da kompaniyên deyndar

PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê 3 meh molet daye kompaniyê deyndar û eger di wê maweyê de deynên xwe nedin, dê dest bi ser mal û milkê wan kompaniyan de bê girtin.

Li gor nivîseke Rêveberiya Giştî ya Bankên Bazirganî ku arasteyî hemû bankeyên bazirganiyê yên li Herêma Kurdistanê kiriye, hikûmetê tenê 3 meh weke molet diyar kiriye ku ew kompanî deynên xwe bidin.

Tevahiya deynan ji 770 ta 800 milyar dînar e


Rêveberê Giştî yê Bankeyên Bazirganî yê bi wekalet, Kazim Namîq ragihand, “Di salên 2003 û 2004an de li gor rênimayên hikûmet û bankeyan deynên hêsankariyê hatine dayîn bi kompanî, bazirgan û hemwelatiyan ku ew deyn jî 770 ta 800 milyar dînar e. Berî niha çend rênima hatin derkirin û daxwaza vegerandina deynan hat kirin, lê ji ber krîza darayî deyn nehatin vegerandin û hikûmetê jî bo wê mawe dirêj kir.”

Ev derfeta dawiyê ye


Kazim Namîq dibêje jî, “Ev derfeta dawiyê ye. Eger di wê maweyê de deyn neyên vegerandin, dê dest bi ser milkê kompaniyan de bê girtin.”

Cîgirê Seroka Parlamentoya Kurdistanê jî roja 04.12.2019, nivîseke wî parlamenterî arasteyî hikûmetê kir û Wezîrê Darayî jî di bersivê de ragihand ku kompanî û hemwelatî 700 milyar dînar deyndar in bo hikûmetê.