Termên 39 Kurdên Êzidî radestî malbatên wan hatin kirin
PeyamaKurd - Termên 39 Kurdên Êzidî yên ku li derdora Şingalê di gorên komî de. hatibûn dîtin û du sal in li tiba dadî ya Mûsilê dihatin ragirtin, piştî testa DNAyê, îro 20ê Hezîranê bi merasîmekê radestî malbatên wan hatin kirin.
Berî niha hestiyên wan qurbaniyên terorîstên DAIŞê yên di gorên komî de hatibûn dîtin, biribûn Bexdayê û testa DNAyê li ser wan hatibû kirin.
Hat zanîn piştî diyarbûna nasnameyên wan, îro 39 termên Kurdên Êzidî li Mûsilê radestî xizm û malbatên wan hatin kirin û dema merasîmê êşa êzidiyan a ji Komkujiya Şingalê ve dewam dike, dîsa zindî bû.
Heta niha ji 95 gorên komî 43yên derdora Şingalê hatine vekirin û rufatên 162 qurbaniyan jî ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve hatibûn radestkirin.
Li gorî amarên Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Kurdên Êzidî yên meha Adarê DAIŞê 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî revandine, ji wê hejmarê 3 hezar û 548 kes jin û 2 hezar û 869 mêr bûn. Ji van 3 hezar û 562 kes hatine rizgarkirin û 2 hezar û 693 kes hê jî winda ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin